Keştiyeke petrolê ya Tirkiyeyê rastî êrişa dronî hat
RûpelNews - Li gorî zanyariyên ku medyaya Tirkiye belav kirine, dronek li keştiya tangêra petrolê ya Tirkiye ya bi navê ALTURA ku 140 hezar ton petrola xav dihilgire, ku ji Rûsyayê derketibû û ber bi Stenbolê ve dihat ket.
Di bûyerê de li Deryaya Reş teqîneke mezin çêbû. Ziyan gihîşt pira tankerê. Hat ragihandin ku av ketiye odeya motorê ya tankerê.
Li gorî zanyariyan dengê teqîneke mezin hat bihîstin û agir girte beşeke keştiyê. Derbarê rewşa xebatkarên keştiyê de hêj zanyarî nehatine parvekirin.
Keştiya alîkariya hat şandin
Piştî banga alîkariyê ya keştiyê ku ji ber êrîşeke dronê lê ketibû, keştiya alîkariyê ya bi navê ‘Nene Hatun’ ku keştiyeke berfireh a alikariya rewşên awarte tê bikaranîn bo cihê bûyerê hatiye şandin.
Rewşa xebatkarên keştiyê baş e
Derbarê bûyerê de hêj ti daxuyaniyeke fermî nehatiy ragihandin.
Hat ragihandin ku tu xebatkarên keştiyê birîndar nebûne, û reşa her 27 xebatkarên keştiyê baş e.