TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Kesekî jin û keça xwe kuşt û paşê jî xwe kuşt

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 08 nîsan 2026 08:48
Li Enqere ya paytexta Tirkiyeyê, kesekî bi demanceyê gule li jin û her du keçên xwe reşand û dawî li jiyana xwe anî. Di dûyerê de jin û keçeke wî canê xwe ji dest dan û keça wî ya din bi giranî birîndar bû.

RûpelNews - Bûyer, di saetên derengî şevê de li navçeya Sîncan a Enqerê qewimî. Hat ragihandin ku zilamekî piştî gengeşiyeke navmalbatî jina xwe û yek ji keçên xwe kuştine, û piştî birîndarkirina keça xwe ya din, dawî li jiyana xwe anî.

Çawîşê teqawîtbûyî bû

Li gorî zanyariyan, ji ber sedemên ku hêj ne diyar in, di navbera Çawişê teqawîtbûyî R.B. û endamên malbata wî de gengeşî derketiye. Piştî vê nîqaşê, tê gotin ku R.B. berî ku bi heman çekî xwe bikuje, gule li jina xwe D.B., û keçên xwe I.N.B. û S.B. reşandiye.
Li cihê bûyerê, hat tespîtkirin ku R.B., jina wî D.B. û keça wî I.N.B. jiyana xwe ji dest dane. S.B. ya birîndar piştî lênêrîna destpêkê ya ji aliyê tîmên tenduristiyê ve, bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Lêpirsîn hat destpêkirin

Hat ragihandin ku ji aliyê Serdozgeriya Giştî ya Enqerayê ve lêpirsînek li ser bûyerê hatiye destpêkirin, ku du dozgerên giştî ji bo dozê hatine tayînkirin. Lêpirsîna derbarê bûyerê berdewam e.

Parve bike: