Jiyan
Kesekî dayika xwe kuşt, piştre întihar kir
Li navçeya Fethiye ya Muglayê, kesekî bi navê V.S. piştî nîqaşekê bi çekê gule berda dayika xwe, piştre jî întihar kir û bi birîndarî rakirin nexweşxaneya ku lê hatibû dermankirin, lê nehat rizgar kirin û jiyana xwe ji dest da.
RûpelNews - Bûyer li Taxa Çiftlik a navçeya Fethiyeyê qewimî. Di navbera F.S. û kurê wê V.S. de, ji ber sedemeke ku hêj nahatîye zanînkirin, nîqaş derket.
Gava nîqaş gur bû, V.S. bi wê demançeya ku pê re bû, gule li dayika xwe reşand. Piştre jî bi heman çekê gule li xwe jî reşand.
Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di encama kontrolê de, tîman tespît kirin ku F.S. jiyana xwe ji dest daye.
V.S. yê ku bi giranî birîndar bûbû, bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Fethiyeyê. Tevî hemû midaxeleyên bijîşkî, ew nehat rizgarkirin.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.