TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Kempa Komeleyê rastî êrişan hat

📅 07 îlon 2026 09:31
Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê (Komeleya Zahmetkêşan) ragihand ku di saetên serê sibê de êrîşek bi sê firokeyên bêmirov li ser kampa li navçeya Sûrdaşê a Silêmaniyê, ku malbatên Komeleyê lê dijîn, hatiye kirin.

RûpelNews - Berpirsê Pêwendiyan ê Komeleyê Elî Rencberî, ragihand ku êrîş derdora saet 04.40an pêk hatiye û lê zêde kir ku ti qurbanî çênebûne û malbat û endamên rêxistinê sax û silamet in. Rencberî destnîşan kir ku di êrîşê de zirareke madî çêbûye.

Rencberî tekez kir ku li herêmê ji bilî jin, zarok û sivîlan, ti baregehên leşkerî an partiyên siyasî nînin.

Hin mal û avahî şewitîn

Endamê Serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Emced Husên Penahî eşkere kir ku di encama êrîşê de hin navend û mal şewitîne.

Penahî got ku, bi saya tedbîrên ewlehiyê yên hatine girtin, pêşmergekî Komeleyê ji êrîşê bi ewlehî derketiye.

"Em bûn armanca 108 mûşek û dronan"

Penahî îdia kir ku êrîş wek beşek ji kampanyaya êrîşên Îranê yên li ser navend û kampên partiyên kurd ên Rojhilatê li Herêma Kurdistanê pêk hatiye.

Penahî herwiha îdia kir ku, ji dema derketina şerê di navbera Îran û Amerîkayê de, navend û kampên Komeleyê bûne armanca 108 mûşek û dronan û destnîşan kir ku êrîş berdewam dikin.

Parve bike: