TR KU AR
FB X IG
Sîpor

Amedsporê malbata li Trabzonê rastî erîşê hatibû ezimand

📅 08 îlon 2026 16:35
Malbata ku li Trabzonê ji ber lixwekirina formaya Amedsporê rastî êrîşê hatibû, ji aliyê rêvebirên Amedsporê ve hat pêşwazîkirin. Malbat ji bo maça roja yekşemê ya li dijî Başakşehirê hat vexwendin.

RûpelNews -  Di daxuyaniyeke ku ji aliyê Klûba Amedsporê ve hat weşandin de, hat destnîşankirin ku malbata ku li Trabzonê ji ber lixwekirina formaya tîma kesk û sor rastî êrîşê hatibû li klûbê hat pêşwazîkirin.

Di civîna di navbera malbat û berpirsên tîma Amedsporê de hate tekezkirin ku futbol û spor cudahiyan tînin cem hev û biratî û hevgirtinê xurt dike.

Di dema civînê de, ji malbatê re formaya Amedsporê hate pêşkêşkirin. Her wiha malbat hate vexwendin ji bo maça Amedspor û Başakşehirê ku dê roja Yekşemê 6ê Îlonê were lîstin.

Parve bike: