TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Karayilan: Pêvajo hatiye rawestandin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 30 nîsan 2026 12:54
Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel—baskê leşkerî yê PKKê, ku agihandibû ku dest ji çekan  berda ye—di daxuyaniyeke çapemeniyê de diyar kir ku "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" ji aliyê hikûmetê ve bi awayekî bibandor hatiye sekinandin û nirxandina xwe ya li ser paşeroja pêvajoyê anî zimnên.

RûpelNews - Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel—baskê leşkerî yê PKKê, ku xwe hilweşandî ragihandiye— Murat Karayilan, di hevpeyvînekê bi ANFê re derbarê "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de nirxaninên balkêş kir in.

Karayilan anî ziman ku pêvajo niha "sekinî" ye, û îdia kir ku hikûmet û dewletê gavên berbiçav neavêtine. Di daxuyaniya xwe de, wî helwesta hikûmet û dewletê wekî  "manevrayeke siyasî" bi nav kir.

Bersiva îdiayên ku "rêxistin pabendî dema diyarkirî nebûye" da

Karayilan diyar kir ku ew bi nirxandinên ku di qada giştî de belav dibin ên ku dibêjin "rêxistin pabendî dema diyarkirî nebûye" ne razî ye, û destnîşan kir ku dema diyarkirî ya ku pêvajoya da destpêkirin, di navbera dewletê û şanda Îmralî de bi gotûbêjan hatibû şekildan.

Karayilan diyar kir ku PKKê wek beşek ji pêvajoyê agirbest ragihandiye, ku di stratejiya xwe ya têkoşîna çekdarî de guhertin çêkirine û ku hin biryarên rêxistinî hatine girtin, û lê zêde kir ku ev gav bi awayekî giştî hatine ragihandin.

Mijara çekdanîn û garantiyan

Karayilan, diyar kir ku di nîqaşên derbarê bêçekkirinê de, bêçekbûn bêyî garantî ne mimkun e. Wî diyar kir ku rola Ocalan û reformên yasayî ji bo pêşveçûna pêvajoyê pêwîst in.

Pêvajoya siyasî û danûstandin

Karayilan îdia kir ku hin danûstandinên derbarê pêvajoyê de hêvî zêde kiribûn lê encamên berbiçav bi dest nexistibûn. Wî destnîşan kir ku komîsyona ku li Parlementoyê hatiye avakirin û hin têkiliyên din di "asta îdarî" de mabûn.

Nirxandinên herêmî û rexneyên siyasî

Karayilan her wiha geşedanên li Rojhilata Navîn nirxand û diyar kir ku kiryarên wan li gorî nêzîkatiya "rêya sêyemîn" in. Karayilan, ku banga yekîtiyê li navbera saziyên siyasî yên kurdî kir, anî ziman ku divê pêvajo ji bo hesabên hilbijartinê neyê fedakirin.

Daxwaz û nêzîkatiya ji bo çareseriyê

Karayilan diyar kir ku pirsgirêka kurd tenê bi rêya bêçekbûnê nayê çareserkirin, û destnîşan kir ku ew pêvajoyeke pevçûnê ya bi salan e. Wî tekez kir ku ji bo pêvajo bi pêş ve biçe, reformên yasayî û gavên siyasî pêwîst in.

Parve bike: