Cîhan
Montenegro êdî bêyî wîze rê nade welatiyên Tirkiyeyê
Montenegro biryar da ku ji 1ê Mijdarê 2026an pê ve bêyî wîze rê nade welatiyên Tirkiye ku derbasî vî welatî bibin. Heman biryar li 4 welatên din jî hatin ferzkirin.
RûpelNews - Montenegro di çarçoveya pêvajoya xwe ya endamtiya Yekîtiya Ewropayê de guhertin di siyaseta xwe ya vîzeyê de pêk anî.
Li gorî van guhertinan, welatiyên Tirkiye, Çîn, Rûsya, Erebistana Siûdî û Belarûsê dê ji 1ê Mijdara 2026an pê ve ji bo ketina Montenegroyê neçar bin ku wîzeyê werbigirin.
Mercê vîzeyê di 1ê Mijdara 2026an de dikeve meriyetê.
Li gorî daxuyaniyek ji Wezareta Karên Derve ya Montenegro, rêziknameya ku ji aliyê hikûmetê ve di 23ê Tîrmehê de hatibû pejirandin, dê di 1ê Mijdara 2026an de bikeve meriyetê. Wate heta 1ê Mijdarê welatiyên van 5 welatan dikarin bêyî wîze biçin Montenegroyê.