TR KU AR
FB X IG
Sîpor

Kabo Verde di Kûpaya Cîhanê de ket nava 32 tîmên herî serkeftî

📅 27 hezîran 2026 09:11
Tîma Neteweyî ya Kabo Verde yê welatê Afrîqayê ye di dîroka xwe de cara ewil beşdarî Kûpaya Cîhanê bûbû di grûba ku dileyist de bi Siûdi Erebîstan re 0-0 wek hev ma û di grûbê de bû tîma duyem. Bi vê encamê jî tîma Efrîqayê yekem car beşdarî nava 32 tîmên herî serkeftî yên Kûpaya Cîhanê bû.

RûpelNews - Kabo Verde yê ku nifûsa wê 530 hezar e û yekem car beşdarî Kûpaya Cîhanê bû, di grûba xwe de bi 3 tîman re leyîst û bi her sêyan re beramber ma bi 3 puanê derket tûra jorîn û serkeftineke dîrokî bi dest xist.

Kabo Verde di pêşbirka xwe ya herî dawî di grûbê de bi Erebîstana Siûdî re leyîst û 0-0 wek hev ma û di grûbê de bû tîma duyem bi vê encamê jî cara ewil ket nava 32 tîmên herî serkeftî yên Kupaya Cîhanê.

  • Piştî vê encamê reqîbê Tîma Neteweyî Kabo Verde jî diyar bû, tîma Efrîqayê bi şampiyonê dawî Arjantîn re li Yarîgeha Miamiyê dê bileyize.

 

  •  
Parve bike: