Sîpor
Hakemê finala Kûpaya Cîhanê ya 2026an dev ji kar berda
Hakemê Slovenyayî Slavko Vincic ê ku fînala Kûpaya Cîhanê ya 2026an bi rê ve bir, dev ji kar berda.
RûpelNews - Federasyona Futbolê ya Slovenî der barê dest ji kar berdana hakem Vinicic de ev daxuyanî belav kir:
"Hefteyek piştî fînala Kûpaya Cîhanê li Amerîkayê, Slavko Vincic bi awayekî fermî dawî li kariyera xwe ya hakemiyê ya dîrokî ya di asta herî bilind de anî. Piştî ku bi fînala Kûpaya Cîhanê ya 2026an navdar bû, Slavko Vincic navê xwe di nav efsaneyên hakemiyê de tomar kir."
Vincic pêşbirka herî mezin a li Tirkiyeyê Galatasaray û Fenerbahçe ya ku di nîvê duyemîn ê sezona 2024–2025an de hat lîstin bi rê ve bir û di maça dawî ya kariyera xwe de, wî fînalê Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an a di navbera Arjantîn û Spanyayê de bi rê ve bir.