Jîra çêkirî dibe sedema zêdebûna bêkariyê
RûpelNews - Jîra çêkirî tesîreke xerab li ser gelek sektorên cuda kir. Mînaka vê yekê li Amerîkayê rû da.
Li welêt ji ber jîra çêkirî hejmara betalan her diçe zêdetir dibe. Ji meha Gulanê vir de hejmara bêkaran gihişt asta herî bilind ku ev hejmar weke 87 hezar û 714 kes hat ragihandin.
Di kerta teknolojiyê de hejmara kesên ji kar hatin derxistin di 5 mehên ewil de bû 123 hezar û 653 kesan. Ev hejmar li gor sala borî ji%66 zêdetir e.
Piştî belavkirina amarên bêkaran, şîrketên pêşeng ên di sektora jîra çêkirî de dest bi xebatan kirin da ku alîkariya betalan bikin ku di kertên cuda de xwe bi pêş bixin.
Di 25ê Hezîranê de, rêxistineke bi navê 'RAISE US' di bin serokatiya Wezîra Bazirganiyê ya berê ya Amerîkayê Gina Raimondo û Waliyê berê yê Indianayê Eric Holcomb de hate damezrandin.
Bi piştgiriya Amazon, Anthropic, Microsoft û Weqfa OpenAI, platform armanc dike ku bi giştî 1 milyar dolar berhev bike. Hat ragihandin ku zêdetirî 500 milyon dolar ji fonê ji niha ve hat veqetandin.