TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Amerîka di şerê dijî Îranê de jîra çêkirî Grok bi kar aniye

📅 17 hezîran 2026 15:02
Hikûmeta Amerîkayê eşkere kir ku jîra çêkirî Grok a ku xwediyê vê Elon Musk e di şerê li dijî Îranê de hatiye bikaranîn. Bi taybet ji bo diyarkirina cîhê ku bombe bên avêtin ji jîra çêkirî hate îstîfadekirin.

RûpelNews - Jîra çêkirîn Grok a kompaniya aAI ya Elon Musk ê dewlementtirîn mirovê cîhanê ye ji hêla artêşa Amerîkayê ve li dijî Îranê hat bikaranîn.

Ev agahî di dozeke jîngehê de derket holê ku li dijî turbînên gazê yên ku navendeke daneyan a mezin a şîrketa xAI ya Musk bi hêz dikin, hatibû vekirin. Di parastina xwe ya ku pêşkêşî dadgehê kir de, Wezareta Dadê ya Amerîkayê îdia kir ku doz "binesaziya îstîxbarata çêkirî ya ku piştgiriyê dide operasyonên leşkerî yên Wezareta Parastinê dixe xeterê."

Serokê yekîneya îstîxbarata çêkirî ya Pentagonê Cameron Stanley di îfadeya xwe ya sondxwarî de diyar kir ku Grok ku li ser modela Claude ya ku ji aliyê şîrketa hevrika îstîxbarata çêkirî Anthropic ve hatiye pêşxistin hatiye avakirin di nav Projeya Maven de, ango bernameya armancgirtinê ya artêşa Amerîkayê ya bi alîkariya îstîxbarata çêkirî, hatiye yekkirin.

Stanley ragihand ku bernameya îstîxbarata çêkirî ya Maven di pêvajoya operasyonel de roleke çalak lîst ku "di nav 96 saetan de zêdetirî 2 hezar cebilxane li 2 hezar hedefên cuda bên avêtin" pêkan kir û pesnê "bandora operasyonel a ku ji hêla Grok ve hatî peydakirin" da.

 

Parve bike: