Ji Si Cinping bo Amerîkayê: Dinya têra me herduyan dike!
PeyamaKurd – Serokê Çînê Şi Cinping, li Pekînê di hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken de ragihand, pêşeroj û çarenivîsa mirovahiyê girêdayî pêwendiyên baş ên navbera herdu hêzên mezin Amerîka û Çînê ye.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Çînê, Şi Cinping gotiye, pêwîste herdu zilhêzên cîhanê rêya danîna pêwendiyên baş bibînin, lewra pêşeroj û çarenivîsa mirovahiyê girêdayî têkiliyên wan herdu hêzan e.
Şi herwiha diyar kiriye, “Dinya bi qasî ku têra geşepêdana Çîn û Amerîkayê bike û aramiya hevpar pêk were mezin e.”
Serokê Çînê daye zanîn ku civaka navdewletî ji rewşa heyî ya pêwendiyên Amerîka û Çînê bi fikar e, ji ber wê jî divê nebin aliyê sorkirina alozî û pevçûnan ku ew jî dilxwazê aştiya navbera herdu welatan û hevkariya dostane ne.
Herwiha Şi gotiye, serkeftinên Çîn û Amerîkayê, ji bo aliyekî ne gef in, lê derfet in.”