Cîhan
Ji Serok Barzanî peyama sersaxiyê
PeyamaKurd - Serok Barzanî bi minasibeta koça dawî ya dayika Baram Weledebegî peyameke sersaxiyê belav kir.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Birayê birêz Kek Baram Weledbegî
Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya dayika cenabê we gihîşt min.
Xwe bi hevbeşê xema we dizanim û li rêya we ve serxweşiyê li tevahiya malbata we ya birêz û xizm û dostên we dikim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim nexweşiya we ya dawî bê û dayika we ya koçkirî bixe ber dilovaniya xwe û sebir û dilnewayiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.