TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Ji Serok Barzanî peyama salvegera kîmyabarana Balîsan û Sêx Wesan

📅 16 nîsan 2021 18:37

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 16ê Nîsanê, di 34emîn salvegera kîmyabarana Balîsan û Şêx Wesan de peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe ya li ser twitterê belav kiriye de got: “Hemû bostekê axa Kurdistanê şahîdê mezlûmiyet û qurbanîdana gelê Kurdistanê ye. Di bîranîna sih û çar saliya tawana kîmyabarankirina devera Balîsan û Şêx Wesanan de hezaran silav û rûmet ji bo giyanê pakê şehîdên wan tawanan û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê re dişînin.”

Parve bike: