TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Ji Serok Barzanî bo Elî Zeydî: Serkeftin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 15 gulan 2026 08:47
Serok Mesûd Barzanî bi telefonê bi Serokwezîrê nû yê Iraqê, Elî Falih Zeydî re axivî û ji bo erka wî ya nû ew pîroz kir.

RûpelNews - Li gorî daxuyaniyeke Ofîsa Barzanî, Serok Mesûd Barzanî di axaftina telefonî de got: "Ez birêz Elî Falih Zeydî, yê ku piştî dengdana baweriyê ya Parlamentoya Iraqê bûye Serokwezîrê Hikûmeta Federal a Iraqê, pîroz dikim û ji bo wî serkeftinên herî baş dixwazim."

Di dengdana ku li Parlamentoya Iraqê li ser kabîneya hikûmeta nû hat kirin de, bernameya hikûmeta Zeydî hate pejirandin, di heman demê de ji 14 berendamên wezîran re jî dengê baweriyê hat dayîn.

 

 

Parve bike: