TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Ji Qubad Talebanî peyama bo êrîsa PKKê ya ser Pêsmergeyên Kurdistanê!

📅 06 hezîran 2021 23:03

PeyamaKurd – Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û yek ji berpirsê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Qubad Talebanî, bi peyamekê êrîşa PKKê ya şehîdkirina Pêşmerge li Metînayê şermezar kir û wekî bûyereke ditezîn a bûye sedema nîgeraniyê nirxand.

Qubad Talebanî bil kişand şerê navbera aliyên Kurdî yên heyamên berê û daxwaz kir, hemû alî bi awayekî berpirsiyarane û bi yekrêzî tevbigerin û Herêma Kurdistanê li hember hemû metirsî û gefan biparêzin.

Talebanî bal kişand ser ku Kurd heta niha jî bedelê şer û aloziyên navbera Kurdan û birakujiyê didin û heger berdewam bike, bêguman ev dê bibe sedema têkçûn û windahiyeke mezintir bo kurdan û xwest arîşeyên heyî yên navbera kurdan bi berpirsiyarane bêne çareserkirin.

Di dawiyê Talebanî sersaxî bo kesûkarên Pêşmergeyên şehîd xwest û hêviya başbûna bilez bo birîndaran xwest.

Parve bike: