Kurdistan
Ji Nêçîrvan Barzanî û Serokê Îmaratê peyama hevkariya bihêz
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Ebû Dabî ligel Serokê Dewleta Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan clivia. Her du serkirde peyam xurtkirina hevkariya bihêz dan.
RûpelNews -
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, "Di civînê de pêşxistina têkiliyên Îmaratê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û xurtkirina asoyên hevkariya navbera wan di hemû qadan de hatin gotûbêjkirin, bi awayekî ku xizmeta berjewendî û geşepêdana her du aliyan bike."
Hat diyarkirin ku her du aliyan li ser geşedanên dawî û encamên metirsîdar ên rewşa navçeyê ya li ser asayîş û aramiya navçeyê û navdewletî, nêrînên xwe parve kirin. Di vê derbarê de tekezî li ser giringiya karê hevbeş û bihêzkirina hevahengî û hevkariya hevbeş kirin, ji bo parastina aramiyê û dûrxistina metirsiyan.