Ji Nasrallah ji bo Yûnan: Kestiya ji bo Îsraîlê li xazê digere yekser vekisîne
PeyamaKurd – Serokê Hîzbûllah a Beyrûdê Hasan Nasrallah bertekê nîşanî Yûnanistanê da ku li ser hesabê Îsraîlê keştiya wan li deryayê ji bo xazê derxe dixebite. Derya ku Hesen Nasrallah behsa wê dike, di navbera Lubnan û Îsraîlê de li serê îxtîlaf heye û Nasrallah ji Yûnanistanê re bangekî weha kir:
“Ew keştiya ku ji bo Îsraîlê li deryayê li xazê digere yekser vekişîne. Eger Yûnanistan keştiya xwe venekşîne, ji wê zerara ku bigihê muretebat û zarara maddî dê berpirs be. Karîş seha hevpare û divê derxistina xazê raweste.
Îsraîl serweta me ya Lubnanê ya di bin erdê de didize. Em dikarin nehêlin ku xazê derxin.”
Keştiya Yûnan ji bo Îsraîlê li devera Karîşê dixebite da ji bo Îsraîlê xazê derxe. Nasrallah tehdîdê kir lê negot wê bi çi rêyê nehêle ku Yûnan xazê dernexe.
Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Yair Lapid, wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Benny Gantz û wezîra enerjiyê Karin do bi hevbeşî daxwuyaniyekî dabûn û tê de gotibûn ku Karîş mulkê Îsraîlê ye.