TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Ji Mesrûr Barzanî peyama xweparastina ji nesxwesiya kolerayê

📅 19 hezîran 2022 22:49

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser belavbûna nexweşiya kolerayê li ser medya civakî peyamek belav kir û daxwaz ji welatiyan kir pabendî rênimayên tenduristîyê, paqijiyê û xweparêziyê bibin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Twitter got: “Nûçeya belavbûna pandemiya kolerayê li Silêmanî û Hewlêrê ez nîgeran kirim. Bi Wezîrê Tenduristiyê re di pêwendiyê de me, ji bo girtina rêkarên pêwîst û kontrolkirina vê pandemiyê.”

Mesrûr Barzanî daxwaz ji welatiyên kir ku pabendî rênimayên tendurustîyê, pakîyê û xweparêziyê bibin.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê belav kiribû ku hejmara nexweşên zikçûnê zêde bûye û hejmarek nexweşên kolerayê hatine tespîtkirin.

Tenduristiya Hewlêrê ji bo xweparastina ji kolerayê hejmarek tedbîr eşkere kir

Parve bike: