Kurdistan
Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama cejnê belav kir
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Cejna Qurbanê li hemû misilmanên li Herêma Kurdistanê, Iraqê û li seranserê cîhanê pîroz kir.
RûpelNews - Di peyama xwe ya Cejna Qurbanê de, Serokwezîr Barzanî wiha got:
"Bi boneya hatina Cejna Qurbanê ya pîroz, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû misilmanên li Herêma Kurdistanê, Iraqê û li seranserê cîhanê dikim. Ez bi taybetî pîrozbahiyê li Pêşmergeyên qehreman, hêzên Asayîşê û malbatên birûmet ên şehîd û qurbaniyên Enfalê dikim. Ez hêvî dikim ku ev rojên cejnê di nav aştî, bextewarî û şahiyê de derbas bibin.
Ez hêvî dikim ku ev cejn bibe mayeya aştî, biratî, yekîtî û aramiyê li Kurdistanê, herêmê û cîhanê.
Cejna we pîroz be û her dem bextewar bin."