TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Ji bo naskirina statuya Rojavayê Kurdistanê nameyek ji nûnerê NY re tê pêskeskirin

📅 28 nîsan 2022 18:35

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rewşenbîr û akademîsyenên nûnerên rêxistinên civakî ji bo fermîkirin û naskirina statuya Rojavayê Kurdistanê nameyek pêşkeşî Nûnerê Netewên Yekbûyî yê Sûriyê Geir Pedersen tê kirin.

Di nameya ku wê bê pêşkeşkirin de, 13 daxwaz hatine kirin ku dewleta Sûriyê jî wekî dewleteke federalî tê naskirin. Hat zanîn ew name wekî bersiva formula rêxistinên civaka sivîl ên girêdayî hikûmeta Sûriyê yên di Komîteya Destûrî de, derbarê diyarkirina nasnameya dewleta Sûriyê de hatiye dayîn.

Li gorî zanyariyan heta niha 130 nûnerên rêxistinên civaka sivîl û kesayetên rewşenbîr û akademîsyen ên Kurdên Sûriyê nameya ji bo Geir Pedersen îmze kirine.

Di nameyê de hatiye gotin; Kesên li ser peyamê îmze kiriye hêvî dikir Civaka Navdewletî kar li ser binyadkirina diyalogê bike, bi mebesta garantîkirinê ji bo veguhestineke siyasî li Sûriyê, li gorî biryara navdewletî ya 2254 ku atmosfereke ewle peyda bike ji bo diyalogeke hêmin û cidî di navbera Sûriyan de.

Di nameyê de li ser pirsên girêdayî nasnameya dewleta Sûriyê bi giştî 13 xal hatine diyarkirin ku tê xwestin; divê Sûriye dewleteke federal û demokrat be, pirhejmariya netewî, çandî û olî nas bike, hebûna gelê Kurd û mafên wê yên netewî qebûl bike, Herêma Rojavayê Kurdistanê weke yekeyeke erdnîgarî nas bike û zimanê Kurdî li kêleka zimanê Erebî zimanê fermî yê dewletê be.

13 xalên nameyê yên li ser nasnameya dewleta Sûriyê wiha ne:

1.     Sûriye dewleteke federal e.

2.     Sûriye dewleteke pir netewe, çand û ol e.

3.     Sûriye dewleteke xwedî sîstemeke siyasî ya pirjimar a demokrat e li ser prensîpa cudakirina desthilatan ava dibe.

4.     Lihevkirin li ser al û sirûdeke niştimanî yên nû ji bo dewletê bê kirin.

5.     Sûriye dewleteke endam e di Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî û herêmî yên din de.

6.     Dewlet azadiya bîrûbawerî, oldarî û wekheviyê di navbera hemû ol û bîrûbaweriyan de garantîne dike, bi awauekî ku ne dijberî vê destûrê be. 

7.     Danpêdan bi mafên neteweyî ji bo gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê û bi mafên neteweyên din jî.

8.     Danpêdan bi Herêma Kurdistana Sûriyê weke yekeyeke cografî ya yekbûyî, di çarçoveya dewleta Sûriyê de.

9.     Desthilat di navbera navendê û aliyan de bê dabeşkirin, li gorî mîkanîzmayeke dadwerane ku geşepêdan û xweşguzeraniyê ji bo hemû Sûriyan pêk bîne.

10.   Zimanên Erebî û Kurdî du zimanên fermî bin li welat.

11.   Zimanên din ên Siryanî û Tirkmenî li kêleka herdu zimanên Kurdî û Erebî, li navçeyên ku piraniya axêverên bi wan zimanan lê hene, fermî bin.

12.   Zimanê sereke yê perwerde û fêrkirinê, zimanê piraniyê be li her navçeyekê.

13.   Encûmena Asayişê ya Navdewletî garantora cîbicîkirina vê destûrê be.

Parve bike: