Ji bo Kurdistanê biryareke girîng: Mûçe û hinardekirina petrolê...
RûpelNews - Parlamentoya Iraqê biryarnameyeke 8 xalî ji bo çareserkirina astengiyên di hinardekirina petrolê û qeyrana aborî de pejirand. Li gorî biryarnameyê, hikûmeta federal dê berpirsiyarê dayîna mûçeyên karmendên sivîl li Herêma Kurdistanê be, û karên binesaziyê yên ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê dê bi lezgînî bêne kirin.
Biryarnameya ku ji heşt xalan pêk tê wiha ye:
1. Rêyên nû ji bo firotina petrolê:
Hikûmeta federal hatiye erkdarkirin ku ji bo firotina petrola xav demildest rêyên nû û alternatîf diyar bike, da ku dahatên petrolê qut nebin û debara welatiyan di rewşa şer a li herêmê de were parastin.
2. Piştgiriya tam ji Parlementoyê:
Parlementoya Iraqê soz daye ku ji bo biryarên alternatîf û tedbîrên yasayî yên ku dibe hikûmet ji bo parastina hinardekirina petrolê bigire, piştgiriyeke tam peyda bike û yasayên pêwîst bi lez pesend bike.
3. Kontrola navendî li ser çavkaniyên petrolê:
Hat xwestin ku hemû desthilatdarî li ser hilberîn, veguhestin û belavkirina petrolê bi tevahî ji aliyê hikûmeta federal ve were meşandin.
4. Derbasbûna bo sîstema ASYCUDA:
Ji bo misogerkirina şefafiyê li gumrikê, bicihanîna nermalava navneteweyî ya 'ASYCUDA' (Sîstema Otomatekirî ya Daneyên Gumrikê) li hemû parêzgehên Iraqê, tevî Herêma Kurdistanê, mecbûrî hatiye kirin.
5. Qanûna Neft û Gazê:
Hat biryardan ku hikûmeta federal di nav demek diyarkirî de pêşnûmayek Qanûna Neft û Gazê amade bike û hêj deren nebûyî pêşkêşî parlamenê bike.
6. Piştgiriya ji bo rafînerî û kargehan:
Ji bo pêşîlêgirtina kombûna berhemên petrolê li rafîneriyan û misogerkirina berdewamiya hilberînê, biryar hat dayîn ku "petrolê reş" (mazot) ji fabrîqeyên dewletî û yên kerta taybet re were dabîn kirin.
7. Nûjenkirina xeta boriya petrolê ya Kerkûk–Ceyhan:
Ferman ji hikûmeta federal re hatiye dayîn ku bi lezgînî xeta boriya petrolê ya Iraq–Tirkiyeyê, ya ku ji Kerkûkê di nav rojavayê Mûsilê, Zummar û Pêşxabûrê re derbas dibe û digihîje Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê, tamîr bike û ji nû ve bixe xebatê.
8. Mûçeyên karmendên dewletê li Herêma Kurdistanê:
Hikûmeta federal bi awayekî qanûnî mecbûr hatiye kirin ku meaşên karmendên dewletê li Herêma Kurdistanê bi awayekî birêkûpêk û bê navber, bi heman awayî wek karmendên dewletê yên li parêzgehên din ên Iraqê bide.