Tirkiye
Ji bo bacana reş û îsotê bi kêrê êrîşî nanpêj kir
Li Rihayê welatiyekî ji bo pijandinê bacana reş û îsot bir firinê, lê piştî demekê hat firinê ji ber ku bacan û îsota xwe li cîhê xwe nedît bi kêrê êrîş li nanpêj kir û ew birîndar kir.
RûpelNews - Li Rihayê bacan û îsot bû sedema lihevxistineke mezin û bi xwîn. Mişteriyekî hinek bacan û hinek îsot bir firinekî da ku werin pijandin. Piştî demekê derbas bû mişterî hat firinê û dît ku bacan û îsota wî tune li ser vê yekê bi nanpêj re li hev xist.
Nanpêj bi kêrê bi awayeke giran hat birîndarkirin û ew rakirin nexweşxaneyê. Hat ragihandin rewşa wî gelek xerab e û metirsiya mirina wî heye.
Êrîşkarê ku reviya ji hêla polêsan ve hat desteserkirin.