Ji ber weşana zindî ya TikTokê li meydanê bi lêdanê hatin cezakirin
RûpelNews - Li parêzgeha Acehê, zilamekî 22 salî û jineke 25 salî di 27ê Sibatê de bi rêya TikTokê weşaneke zindî kirin ku li hundirê otomobîlekê de hevdu maç dikin. Piştî ku dîmen li ser medyaya civakî belav bû, gilî li dijî wan hat tomarkirin.
Di encamê de, Polîsê Şerîetê yê Acehê lêpirsîn da destpêkirin û jin û zilam hat desteserkirin. Dadgeha Şerîetê li ser bingeha ku ew nezewicî ne û ketibûn nav nêzîkatiya fîzîkî, her yek ji wan bi 25 derbeyan ceza kir.
Ceza, ji ber dema di girtîgehê de derbaskirî hate kêmkirin
Ji berk u herdu kes nêzîkî çar mehan di girtîgehê de mabûn, cezayê wan hat kêmkirin. Bi berçavgirtina vê heyamê, dadgehê cezayê derbeyan ji bo her kesekî daxist 21 derbeyan.
Ceza li ser platformeke ku li parka paytexta parêzgehê, Banda Aceh, hatibû çêkirin, hate cîbicîkirin. Di dema cezayê de, ku ji aliyê girseyeke mezin ve dihat şopandin, temaşevanan bûyer bi telefonên xwe yên desta tomar kirin.
Li gorî raporan, dema ku lêdan lê dihat xistin, jinik ji ber êşê diqîriya û ceza li ber çavê gel dihate cîbicîkirin.
Di heman merasîmê de cezayên din jî hatin dayîn
Di îdamên ku di heman rojê de hatin kirin de, çar kesên din li ber çavê gel hatin qamçîkirin. Hat ragihandin ku ev kes bi xumarbaziya online û znayê hatibûn mehkûmkirin.
Li Acehê şerîet tê cîbicîkirin
Aceh, ku nifûsa wê nêzîkî 5 milyon e, yekane parêzgeha li Endonezyayê ye ku şeriat bi awayekî fermî lê tê cîbicîkirin.
Li herêmê, kiryarên wekî zinayê, têkiliyên zayendî yên derveyî zewacê, têkiliyên hevzayendî, vexwarina alkolê û xumar di bin şeriata Îslamê de wek sûcên cezayî tên hesibandin. Ji bo van sûcan, dibe ku li qada giştî heta 100 derbe li kesê bên dayîn.
Berteka rêxistinên mafên mirovan
Rêxistinên mafên mirovan ji mêj ve cezayên qamçîkirina giştî yên ku li Acehê tên sepandin, rexne dikin.
Bi taybetî Amnesty International, banga rakirina temamî ya cezayên wiha kiriye û wan wekî "zalimane, nemirovane û rûreşker" bi nav kiriye.