Ji ber kulmekê 13 maç ceza xwar
RûpelNews - Golparêzê Real Zaragozayê Esteban Andrada, ku di Lîga Duyem a Spanyayê de dilîze, ji ber ku di maça deplasmanê ya li dijî Huesca di 26ê Nîsanê de kulmek li hevrikê xwe xistibû, 13 maç cezayê qedexeyê lê hat birîn.
Komîteya Disîplînê ya Federasyona Futbolê ya Spanyayê (RFEF) derbarê golparêzê arjantînî Esteban Andrada de, yê ku di deqeyên dawî yên maça Huesca-Real Zaragoza de baz da nav qadê û li rûyê hevrikê xwe Jorge Pulido xist, cezayê 13 maçan birî: Maçek ji ber du qertên zer û 12 maç jî ji ber tundûtûjiya li ser hevrikê wî.
Golparêzê arjantînî yê 35 salî, ku peymana wî di dawiya sezonê de bi dawî dibe, dê ji ber vê cezayê û ji ber ku peymana wî nayê nûkirin, careke din nikaribe formaya Real Zaragozayê li xwe bike.
Komîteyê her wiha ji bo bûyerên di heman maçê de, çar maç cezayê qedexeyê da golparêzê Huesca Dani Jiménez û du maç cezayê qedexeyê da lîstikvanê Real Zaragoza Dani Tasende.
Di pêşbirka di navbera her du tîmên ku ji bo nemana li lîgê têdikoşiyan de, Huesca bi encama 1-0 li hemberî Zaragoza bi ser ketibû.