Tirkiye
Ji ber ku zirar da wêneyê Erdogan hat girtin
Li bajarê Zonguldakê, welatiyê ku wêneyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan rakiribû û zirar gihandibû wêneyê bi biryara dadgehê hat girtin.
RûpelNews - Li navçeya Devrek a Zonguldakê welatiyê bi navê Ufuk Oren ku tê gotin nexweşiyên wî yên derûnî hene, pankarteke ku portreya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li ser bû rakir û xera kir. Oren paşê ji wir dûr ket.
Polêsan dest bi lêkolînê kir û Ufuk Oren desteserkirin. Dozgerî daxwaza girtina wî kir û ew şand dadgehê.
Şandeya dadgehê bi şerta adlî hat berdan lê li ser îtîraza dozgeriyê Ufuk Oren hat girtin û şandin bo girtigehê.