Ji ber avêtina raketê 16 hezar û 500 dolar ceza xwar
PeyamaKurd - Di pêşbirka tura ewil a Turnuvaya Servekirî ya Washingtonê da ji ber ku tenîsvanê Fransayî Benoit Paire sê raket şikênandin, 16 hezar û 500 dolar cezayê pere xwar.
Ji ber ku hêrsa wî hat û raket hildan û li erdê dan, Benoit Paireyê ku di rêza dinyayê ya mêran da di rêza 55em da ye, ceza xwar.
Tura ewil a turnuvayê li Washington DCya paytextê Amerîkayê hat lidarxistin û Paire bi Marcos Baghdatisê ku 91emînê dinyayê û ji Aliyê Rûm a Qibrîsê ye ra leyîst û 2-1 têk çû.
Paire piştî ku di seta fînalê da 5-2 li paş ma, hêrs bû, raket hilda li erdê da û kewkî kir. Paireyê 29 salî li ser bankê rûnişt û hêrsa wî li wir jî daneynî û li wê derê jî du raket şikênandin.
Yekîtiya Tenîsvanên Mêran ên Profesyonel li ser vê 16 hezar û 500 dolar ceza da Paire.