Cîhan
Ji Baregeha Barzanî peyama sersaxiyê
PeyamaKurd - Baregeha Barzanî, peyameke sersaxiyê li ser wefata Îsmîl Mehmûd Qadir belav kir.
Baregeha Barzanî ji bo wefata Mehmûd Qadir peyameke serxweşiyê belav kir.
Di peyamê de wiha hat gotin: “Birêz malbata Îsmaîl Mehmûd Qadir bi xemeke mezin ve me nûçeya koça dawî ya Îsmaîl Mehmûd Qadir ê birayê şehîd Ehmedê Sor me bîhîst. Em xwe hevbeşê xema we malbata birêz dizanin û serxweşiyê li we û hemû kesûkarên we dikin.
Em ji xwedayê mezin daxwaz dikin sebr û aramiyê bide we û xwedê jê razî jî bi beheşta xwe şad bike.”