TR KU AR
FB X IG
Jiyan

IYI Parti hevkariya hilbijartinê ya bi CHPê re qebûl nekir

📅 04 berfanbar 2023 23:39

PeyamaKurd – Çend roj berê serokê partiya CHPê Özgür Özel û seroka İYİ Parti yê Meral Akşener ji bo bi hevre bikevin hilbijartinên mehellî axifîbûn û Akşener gotibû ku wê daxwazê bibe meclisa rêvebiriya İYİ Partiyê.

Îro ji meclisa rêvebiriya partiyê xeber derket û daxwaza xebata hilbijartinê ya bi hevre ji terefê meclisa İYİ Partiyê de nehat qebûl kirin. Berdevkê İYİ partiyê Kürşad Zorlu encamê ragihand û got:

“Me biryarê da ku bi serê xwe û azad tevlî hilbijartinan bibin.”

Parve bike: