TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Îsraîlê li Xazzeyê li hedefên Hamasê xist

📅 18 hezîran 2018 17:58

PeyamaKurd- Îsraîl li 9 hedefên Hamasê yên li Xazzeyê xist. Êrîş bi fuzeyan pêkhat. Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee di ser hesabê xwe yê Tweeterê de ragihand ku ew li 2 baregehên leşkerî û ciyeka ku fabrika çêkirina sîlihaye, ji hewa li 9 noqtayan dane.

Di ragihandinê de hat gotin ku êrîş bi sedema ku Hamas bi balonên tije xaza helyûmê û firokên bi agir şandine ser Îsraîlê, hatine kirin.

Adraee, piştî beyana xwe ragihand ku ji Xazzeyê bo aliyê Îsraîlê 3 fuze hatine avêtin û dibêje li qerexê Aşkelonê û herêma sanayiye sîren lêdane û ji 3 roketan yek ji wan ketiya nava sînorê Xazzeyê.

Di derbarê kuştî û birîndaran de ti agahî heya niha nehat dayîn.

Parve bike: