Rojhilata Navîn
Îsraîlê li dijî Tehranê pêleke nû ya êrîşan da destpêkirin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê li dijî Tehran a paytexta Îranê, pêleke nû ya êrîşan da destpêkirin. Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku êrîşên ku bi hevkariya Amerîkayê hatine kirin, li seranserê bajêr cihên girêdayî rejîma Îranê kirine armanc.
RûpelNews - Di daxuyaniyê de derbarê cihên taybet ên ku êrîş lê hatine kirin de hûrgilî nehatin dayîn, her weha derbarê qada operasyonan de jî ti agahî nehatin parvekirin. Di heman demê de heta niha di medyaya Îranê de derbarê êrîşeke nû ya li Tehranê de ti agahî nehatiye ragihandin.
Metirsî heye ku şer li herêmê belav bibe
Şer û aloziyên berdewam a di navbera Îsraîl û Îranê de piştî êrîşên dualî yên ku di 28ê Sibatê de dest pê kirin, veguherî pevçûneke berfirehtir. Di destpêkê de, Îsraîlê li ser hin armancên leşkerî û stratejîk ên li Îranê êrîş pêk anîn, piştre Îranê jî li dijî cihên cuda tol hilda. Aloziyên li herêmê zêde dibe, û bi xwe re metirsiya pevçûneke berfirehtir tîne.