TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Îsraîlê êrîşî Başûrê Sûriyê kir

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 20 adar 2026 12:56
​​​​​​​Artêşa Îsraîlê îro înê ragihand ku wan êrîşên asmanî birine ser hinek cihên leşkerî yên artêşa Sûriyeyê li herêma başûr. Îsraîlê ev pêngav wekî "bersiveke rasterast" ji bo êrîşên ku duh li parêzgeha Siweydayê li dijî pêkhateya Durzî hatibûn kirin, pênase kir.

RûpelNews - Berdevkê artêşa Îsraîlê di daxuyaniyeke fermî de piştrast kir ku balafirên şer bi hûrbînî "binesaziya leşkerî û depoyeke çekan" a ser bi artêşa Sûriyê li başûrê welat armancf girtine. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev lêdan wekî hişyarî û cezakirin in li hemberî wan êrîşên ku roja pêncşemê li gundewarê başûrê Siweydayê sivîlên Durzî kiribûn armanc.

Peyama Parastinê ji bo Pêkhateya Durzî

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku "ew ê rê nedin ku zirar bigiheje pêkhateya Durzî." Her wiha amadebaşiya xwe nîşan da ku rewşa başûrê Sûriyê ji nêz ve bişopîne û vê civakê li dijî her cûre gefên hebûnî an êrîşên çekdarî biparêze.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: "Em ê şopandina geşedanên meydanî li başûrê Sûriyê bidomînin, û em ê li gorî rênimayên ku ji asta siyasî ya Îsraîlê tên, li hemberî her guhertinekê tevbigerin."

Parve bike: