TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Îsraîl: Wê hevkariya ligel Tirkiyê bê zêdekirin

📅 15 adar 2022 21:38

PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Parlamentoya Îsraîlê û parlamenterê partiya Meretz Rinawie Zoabi, serdana Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog a Tirkiyê û hevdîtina ligel Erdogan nirxand û got, wê hevkariya navbera Îsraîl-Tirkiyê zêdetir bibe.

Zoabî serdana Herzog bi dîrokî nirxand û diyar kir, "Em hîn li destpêka serdema nû ne. Gelekî erênî li vê dinêrim. Wê şirîkatiya dîplomatîk a navbera Tirkiye û Îsraîlê li tevahiya Rojhilata Navîn di warên aborî û dîplomasî û qadên din de bandora wê çêbibe.”

Zoabî herwiha got ku ew niha li benda serdana Îsraîlê ya Wezîrê Derve yê Tirkiyê ne û wê hevkariya di warên cuda de bi taybet jî enerjiyê zêdetir bibe.

Parve bike: