Jiyan
Îsraîl û Rûsya li ser sînorê Suriyê li hev kirin
PeyamaKurd- Li başûrê Sûriyê, li herêma ser sînorê Urdun û Îsraîlê pêşdeçûnên girîng çedibin. Îsraîl û Rûsya bo artêşa Sûriyê desthilatdariya xwe li ser sînorê başûr deyne, li hev kirin.
Li gor medya Îsraîlê bi hevdîtinên dîplomatîk yên navbera her dû dewletan li hev kirin ku sînor bikeve destê Sûriyê. Divê li ser sînor hêzên biyanî yên weka Îranê, Hîzbullah a Lubnanê an mîlîsên din nemînin. Tê gotin ku di peymanê de Îsraîl wê karibe tevgera xwe ya nava Sûriyê ya azad biparêze.
Li gor çapemeniya Îsraîlê wê Sûriye û Îsraîl dagere ser peymana sala 1974an. Wê herêmeka bi qederê 10 km tampon çêbibe û di nava 25 km yan de, wê fuzeyên ji bejayiyê bo hewayê nên danîn.