TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Îsraîl û Filistînê agirbes îlan kirin!

📅 21 tîrmeh 2018 11:50

PeyamaKurd- Piştî ku di navbera Îsraîl û Filistînê de şer û pevçûn geş bû, di dawiyê de agirbes hate îlankirin. Piştî şer û pevçûnên di navbera her du dewletan de, Hamas, Misir û aliyên navnetewî ketin navberê û di encamê de di navbera Filistîn û Îsraîlê de agirbes hate qebûlkirin.

Di derbarê agirbesê de berdevkê Hamasê Fevzî Berhûm daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got: “Bi navcînçîtiya Misir û aliyên navnetewî; di nabera tevgerên Filistînê yên berxwedanê û hêzên dagirker de agirbes hate qebûlkirin.”

Di derbarê mijarê de hûrgiliyên zêde nehatin dayîn. Hat ragihandin ku di dema protestoyan de leşkerên Îsraîlî sivîl hedef girtine û hêzên hewayî jî bi wan re êrîş kirine.

Parve bike: