Îsraîl: Em dê hestiyên Îranê bişikînin
RûpelNews - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro li Qudsê (Orşelîm) li gel birêvebirên nexweşxaneyan û pergala tenduristiyê ya Îsraîlê civiya. Di civînê de wî soz da ku êrişên li Îranê dê bidomin.
Serokwezîrê Îsraîlê got:
“Daxwaza me ew e ku gelê Îranê karibe zincîra zilmê bişikîne. Ev bi wan bi xwe ve girêdayî ye, lê ti guman tê de nîne ku bi rêya wan karên heta niha hatine kirin. Em ê hestiyên wan bişikînin û destê me jî amade ye bo êrişên zêdetir.”
“Em guherînê çêdikin”
Netanyahu ragihand: “Em guherînê çêdikin û her niha jî di pêgeha Îsraîlê de guherîneke mezin hat pêk anîn.”
Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamaneyî, di roja yekem a şer de 28ê meha borî hat kuştin. Roja duşemê ya vê hefteyê, kurê wî Mucteba Xamaneyî wekî rêberê nû yê Komara Îslamî ya Îranê hat destnîşankirin.