Jiyan
Îsraîl dibêje Beser reviya lê Sûriyê înkar dike
PeyamaKurd-Rojhilata Navîn her diçe germ dibe û çavkaniyên Îsraîlê dibêjin ku Beşer Esed reviyaye û çûye Îranê. Rêvebirên rejîmê bo çapemeniya Rûsya agahî dane û dibêjin ku ev nûçe derew e û Esed li Sûriyê ye.
Li gor çapemeniya Îsraîlê dibêje; piştî gefên Rûsya û Amerîkayê bo hev, serokê Sûriyê Beşer Esed bi parêzvanên xwe yên Rûs ve, ji qesra serokkomariyê reviya ye. Rêvebirên rejîmê peyam dane Sputnikê û di peyama xwe de gotine ku ne raste Beşer Esed û jina xwe ji Sûriyê reviyane.
Li ser mijara reva Esed, wêneyên Esed bo dema seredana artêşa Sûriyê ji aliyê serokkomariya Sûriyê de, di ser hesabê Twitter û Facebookê de hatin belavkirin. Lê ciyê ku wêne lê hatine kişandin û wext nehat diyarkirin.