Rojhilata Navîn
Iraq hate bombebarankirin!
Artêşa Iraqê ragihand ku baregehên Heşda Şebî yên li parêzgeha Babilê, hatin bombebarankirin. Di êrîşa hewayî de du kes hatin kuştin.
RûpelNews - Artêşa Iraqê ragihand ku di encama êrîşên hewayî yên li parêzgeha Babilê de, ku komên Heşda Şebî lê bi cih bûne.
Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê derbarê êrîşa li herêma Kurf en-Nasr a Babilê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di êrîşan de du kes hatine kuştin û sê kes jî birîndar bûne û herwiha hat zêdekirin ku hûrgiliyên bûyerê dê paşê bên parvekirin.
Di daxuyaniyê de nehat gotin ku êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin.
Navenda Heşda Şebî li herêma Kurf el-Nasr (berê Kurf el-Sahar) a li bakurê parêzgeha Babilê, li Iraqê ye.