Baregeheke Heşdî Şebî hate bombebarankirin
RûpelNews - Di daxuyaniyeke nivîskî de ku ji aliyê Heşdî Şebiyê ku Îran piştgiriya wan dike hat weşandin, ragihandin ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve li ser baregeha Fermandariya Lîwaya 58emîn a Heşdî Şebî ya li Geyare êrîşeke hewayî hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrîşê de ti ziyana canî çênebûye, lê zirareke madî gihîştiye baregehê.
Bandora şerê Îranê li Iraqê
Êrîşên ku di 28ê Sibatê de ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve li dijî Îranê hatin destpêkirin, li Iraqê jî bandorê dikin.
Komên girêdayî Îranê û Heşdî Şebî rojane êrîşan li ser Herêma Kurdistanê pêk tînin.
Digel ku Îran îdia dike ku baregehên Amerîkayê, balyozxane û konsulxaneyên li Herêma Kurdistanê û Iraqê dike armanc, wargehên sivîlan rojane dikin armanc.
Di heman demê de, komên girêdayî Heşdî Şebî, êrîşên xwe li ser Herêma Kurdistanê zêde kirine.