TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Îranê plana xwe ya nû ragihand: Em dê li Basrayê mîn bi cîh bikin

Haber Merkezi
Edîtor
📅 23 adar 2026 12:59
Îranê ragihand ku eger Amerîka û Îsraîl operasyonekê li dijî axa wê bidin destpêkirin, ew ê di Kendava Basrayê de mayînan bi cîh bikin.

RûpelNews - Şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê di roja 24 an de di asteke bilind de berdewam dike.

Ji aliyê Konseya Parastinê ya Îranê ve daxuyaniyekê hat belavkirin. Li gor vê daxuyaniyê li hemberî egera êrîşeke mezin a Amerîka û Îsraîlê li dijî grave û peravên Îranê, ji hêla Tahranê ve dê di Kendava Basrayê de mîn-mayîn werin bicîhkirin. Ligel vê Îran dê hemû xetên ragihandinê qut bike.

Amerîka bo şandina bi hezaran leşkeran di amadebaşiyê de ye

Rayedarên payebilind ên Amerîkayê hevalbendên xwe yên li Îsraîl û welatên din agahdar kirine dibe ku ji bilî destpêkirina êrîşekê ji bo dagirkirina Girava Harkê ti çareyek din nemabe.

Çavkaniyek Amerîkayî diyar kir ku artêşa Amerîkayê ji bo şandina bi hezaran leşker û wezîfedarên deryayî bo Rojhilata Navîn, ji bo pêkanîna danîna amfibî li Girava Harkê di amadebaşiyê de ye.

Ji sedî 90ê nefta Îranê di ser Girava Harkê re tê hinardekirin 

Hat destnîşan kirin ku Girava Harkê ya li Kendava Basrayê wek navenda sereke ya hinardekirina petrola Îranê kar dike, ku ji sedî 90ê petrola wê ya xav ber bi Çînê ve tê şandin. Ligel vê hat amajekirin di van demên dawî de di nav rêveberiya Amerîkayê de nîqaş li ser wê yekê dest pê kirine ku gelo girav were dagirkirin an na.

Girava Harkê wekî termînala sereke ya neftê tê zanîn ku nêzîkî ji sedî 90ê hinardekirina petrola Îranê di ser vê giravê re derbas dibe. Di heman demê de li giravê 8 hezar û 200 kes jî dijî. Tevî qada xwe ya biçûk, girav di dilê binesaziya enerjiyê ya Îranê de ye, û beşek jê ji termînalên petrolê, xetên boriyan û depoyên mezin pêk tê.


 

 


 

 

 


 

Parve bike: