Îranê hinardeya gazê ji bo Iraqê rawestand
RûpelNews - Wezareta Elektrîkê ya Iraqê ragihand ku dabînkirina gaza krîtîk a ji Îranê, ku ji bo hilberîna elektrîkê pêwîst e, bi temamî sekinîye.
Daxuyaniyek ji Wezareta Elektrîkê piştrast kir ku dabînkirina gazê ji Îranê ji bo hilberîna elektrîkê rawestiyaye. Iraq xizmetên elektrîkê bi gaza ku ji Îranê tê peydakirin, pêk tîne.
Êrîş li ser Heşdî Şebî
Di heman demê de, hat ragihandin ku di êrîşek li ser baregeheke Heşdî Şebî li parêzgeha Enbarê pêk hatiye û di encamê de sê kes hatin kuştin.
Heşdî Şebî derbarê bûyerê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di êrîşa ku li dijî Fermandariya Operasyonên Enbarê ya Heşdî Şebî û baregeha 2yemîn a Lîwaya 45an hatiye kirin de, sê kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmarek kes jî birîndar bûn."
Li Kerkûkê jî êrîşeke mûşekî
Her wiha êrîşeke mûşekî li baregeheke Heşdî Şebî ya li bajarê Kerkûkê jî hat kirin.
Li gorî agahiyên ku peyamnêrê AAyê ji çavkaniyên herêmî wergirtiye, êrîşeke mûşekî li ser baregeha Heşdî Şabî ya ku li navçeya Tisînê ya navenda bajarê Kerkûkê ye, pêk hatiye.
Her çend di êrîşê de ti ziyana canî çênebûbe jî, hat ragihandin ku li baregehê ziyana madî çêbûye.
Berpirsên iraqî heta niha derbarê ku êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin de ti daxuyanî nedane.