Îranê gefa Tengava Hurmuzê xwar
RûpelNews - Fermandariya Navendî ya Hatemul Enbiya, yekîneya operasyonel a Hêzên Çekdar ên Îranê, derbarê dorpêça deryayî ya DYAyê ya li Tengava Hurmuzê de gefên tund xwar.
Li gorî daxuyaniyên Fermandariya Navendî ya Hatemul Enbiya yên ku li ser Televîzyona Dewletê ya Îranê hatin weşandin, Hêzên Çekdar ên Îranê, Amerîkayê derbarê Tengava Hurmuzê de hişyar kirine.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Eger artêşa leşkerî ya Amerîkayê ya êrîşkar dorpêç û korsaniya xwe ya li herêmê bidomîne, ew dikarin piştrast bin ku ew ê ji hêzên çekdar ên Îranê yên bihêz bersivekê werbigirin."
Wekî din, daxuyaniyê tekezî li ser biryardarî û amadekariya Hêzên Çekdar ên Îranê kir ku ew ê ji nêz ve çavdêriya hemû "liv û tevgerên dijminane" yên li herêmê bikin, kontrola Tengava Hurmuzê biparêzin, û li hemberî her êrîşeke nû ya muhtemel a li dijî Îranê bi biryardarî bersivê bidin.