TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Îranê gefa Kendava Besrayê xwar!

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 11 adar 2026 18:05
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îranê Ebulfazl Şikarçî, diyar kir, "Eger gefeke herî biçûk jî li ser benderên me hebe, ti bender an jî îskele li Kendava Besrayê ewle namîne."

RûpelNews - Li gorî çapemeniya Îranê, Şîkarçî di bernameyeke televîzyonê de derbarê daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ya ku digot "divê karkerên benderên sivîl û ekîbên li Îranê xwe ji wan tesîsan dûr bixin ku çalakiyên leşkerî lê tên meşandin," daxuyanî da.

Şikarçî, tekez kir ku hemû hêmanên Supaya Pasdaran li qadê amade ne û got ku ew Kendava Besrayê kontrol dikin û gefa xwe xwar: "Eger gefeke herî biçûk jî li ser benderên me hebe, ti bender an jî îskele li Kendava Besrayê ewle namîne û dê hemû bender û herêmên aborî yên li herêmê bibin hedefên rewa."

Şikarçî her wiha bang li welatên herêmê kir ku destûrê nedin ku axa wan ji bo êrîşên Amerîkayê were bikaranîn.

CENTCOM: Ji benderan dûr bisekinin

CENTCOMê sivîl hişyar kiribûn ku ji benderên Îran li seranserê Kendava Hurmuzê bi kar tîne dûr bisekinin.

Di daxuyaniyekê de CENTCOMê ragihand ku Îran benderên sivîl ên li seranserê Kendava Hurmuzê "ji bo pêkanîna operasyonên leşkerî" bi kar tîne.

Parve bike: