TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Îranê der barê 3 Kurd de cizaya darvekirinê da

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 21 nîsan 2026 18:28
Îranê der barê sê girtiyên ciwan ên Kurd bi hinceta ku beşdarî protestoyên li dijî rejîmê bûne cizaya îdamê anku darvekirinê da.

RûpelNews - Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO) ragihand ku rejîma Îranê cezayê îdamê li sê girtiyên Kurd Raouf Sheikh Ahmadi, Mohammad Faraji û Mohsen Eslamkhah daye ku li Girtîgeha Bokanê tên ragirtin.

Her sê çalakvan, ku di sala 2025an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Mahabadê ve bi awayekî cuda hatibûn darizandin, di rojên cuda de bi cezayê îdamê hatin cezakirin.

Sedemên cezayên îdamê yên ku li her sê çalakvan hatine birîn ev in: "dijminatiya li dijî Xwedê" (moharebeh) û "belavkirina gendeliyê li ser rûyê erdê" (efsad-fil-arz). 

 

Parve bike: