TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Daxuyaniya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê derbarê êrîşên dawî de

Emin Aba
Koordînator
📅 08 adar 2026 16:04
Di daxuyaniya ku li ser navê Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê hat diyarkirin ku Komara Îslamî ya Îranê, ji rojên destpêkê yên şer ve baregeh û bingehên hevpeymaniyê yên li Herêma Kurdistanê hedef girtine.

RûpelNews - Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di rojên dawî de Îranê êrîşên xwe yên bi mûşek û balafirên bêmirov (diron) hîn bêtir zêde kirine.

Hewlêr û Silêmanî jî bûn hedef

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîş tenê bi bingehên partiyên siyasî ve sînordar nemane, di heman demê de hinek bajarên Herêma Kurdistanê jî hatine hedefgirtin. Di vê çarçoveyê de hat ragihandin ku Hewlêr, Silêmanî û hinek deverên din ên niştecihbûnê yên li Herêmê bi tundî rastî êrîşan hatine.

Du kesan jiyana xwe ji dest dan

Li gorî daxuyaniyê, di êrîşên ku Îranê pêk anîn de, Pêşmergeyê Komeleyê yê bi navê Îsmaîl Rehîmî û karmendê parastina Balafirgeha Hewlêrê Welat Tahir jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku di êrîşan de her wiha hinek ji Pêşmergeyên Komeleyê û endamên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî birîndar bûne.

Ev êrîş nîşaneya lawaziyê ne

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku êrîşên Îranê li herêmê dibin sedema bêewlehiyê û ev çalakî hatin şermezarkirin. Her wiha di daxuyaniyê de hat tekez kirin ku ev êrîş lawaziya rêveberiya Îranê û hewildana wan a ji bo domandina desthilata wan nîşan dide. Hevpeymaniyê diyar kir ku têkoşîna ji bo gelê Kurdistanê û daxwaza guhertina siyasî li Îranê dê bi biryardarî berdewam bike.

Parve bike: