TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Îranê car din sînorê Çomanê seranser topbaran kir

📅 01 cotmeh 2022 22:17

PeyamaKurd – Rêvebirê nahiya Smîlan ya bi ser navça Çomanê Şaxewan Wertî ragihand ku îro siet di 15:30 an de hêzên Îranê bi fuzeyên Katyûşa û topan sînorê Çoman topbaran kiriye. Bi taybetî zozanên Sartik û Nawroyîn seranser topbaran kirine.

Şaxewan ragihandiye ku ciyên topbaran hatine kirin ji jîngehan dûrin lê gundiyên deverê tirsiyane û ketine nav panîkê. Artêşa Îranê 8 roje ku bê navbir herêma Kurdistanê topbaran dike.

Parve bike: