Îranê beriya danûstandinan du merc dan pêş
RûpelNews - Beriya danûstandinên dîplomatîk ên di navbera Îran û DYAyê de, ku tê payîn sibe li paytexta Pakistanê Îslamabadê dest pê bikin, Serokê Meclîsa Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, ku tê payîn serokatiya şanda Îranê bike, du merc dubare kirin.
Qalîbaf diyar kir ku du xalên bingehîn hene ku berê bi lihevkirina dualî di navbera aliyan de hatibûn qebûlkirin lê heta niha nehatine cîbicîkirin.
Qalîbaf destnîşan kir ku ev gav ji bo ku pêvajo bi awayekî birêkûpêk pêş ve biçe "pêşmerc" in û got:
"Du mijar hene ku di navbera aliyan de bi lihevkirina dualî hatine qebûlkirin lê hêj nehatine cîbicîkirin: Danîna agirbestê li Lubnanê û berdana sermayeyên blokekirî yên Îranê berî destpêkirina danûstandinan. Divê ev her du mijar berî destpêkirina danûstandinan werin çareserkirin."