TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Îran: Me ligel Amerîkayê li ser gelek mijaran li hev kir

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 25 gulan 2026 15:02
Îranê ragihand wan bi Amerîkayê re li ser gelek mijaran li hev kirine.

RûpelNews - Ji bo peymaneke ku dawî li şerê Amerîka û Îranê bê di navbera rayedarên Washington û Tahranê de hevdîtin tên kirin. Di hevdîtinan de her du alî gihiştine qonaxaeke krîtîk. Berdevkê Wezareta Derva yê Îranê Îsmaîl Bekayî ragihand ligel Amerîkayê li ser gelek mijarên hatine gotûbêjkirin hatine lihevkirin.

Bekayî li Tahranê daxuyanî da medyayê û diyar kir di hevdîtinan de pêşketinekê heye lê ev nayê manaya ku teqez peymanekê bê îmzekirin.

Li gor Bekayî rayedarên Amerîkayî tim daxuyaniyên cuda didin û ev jî zirarê dide proseya guftûgoyê û wiha got: "Her çiqas nêrînên cuda di navbera aliyan de hebin jî lê li ser gelek meseleyan lihevkirinekê heye."

Bekayî qala Tengava Hurmuzê jî kir û ragihand di hevdîtinan de mijara Hurmuzê rasterast nehat axaftin.

Parve bike: