TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Îran li ser xwepêsandanan 4 dewleta tehdîd dike

📅 25 mijdar 2019 23:04

PeyamaKurd- Fermandarê giştî yê parêzvanên Şoreşa Îranê general Huseyîn Selamî li ser mijara xwepêşandanên Îranê ku bihakirina benzînê protesto dikin, Amerîkayê, Brîtanyayê, Îsraîlê û Erebistana Si’ûdiyê tehdîd kir û got ger ew xetên sor yên Îranê derbas bikin wê wan ji ortê rakin.

Layangirên rejîma Îranê bo bertekê nîşanî xwepêşandanan bidin li Tehranê xwepêşandan kirin. Li dijî her çar dewletan sloganan gotin û her 4 dewletan bi fitnekariyê tewanbar kirin. Selamî xwepêşandanan bi “şer” û”senaryo” binav kir.

Parve bike: