Jiyan
Îran dewletên Kendavê bi “raperîna xelkê” tehdîd dike
PeyamaKurd- Sekreterê giştî yê konseya ewlekariya Îranê Elî Şemxanî bê ku nav bide lê welatên Kevndavê îşaret kir û got; ew dewletên ku bi Amerîka re xebatê dikin, wan bi “raperîna xelkê” li welatên wan tehdîd kir.
Şemxanî, rexne li têkiliyên navbera welatên Kendava Basrayê û Washingtonê kir û weha got:
“Hevkarên Amerîkayê yên herêmê, eger dewam bikin û xwe bispêrin dijminê Îslamê, dikarin rastî ‘raperîna xelkê’ xwe werin ku vêya li ser xwe heqaretê dibînin. Pêşbîniya me weha ye.”